CENTCOM: Me Berê 92 Keştîyan li Tengava Hormuzê Guherandiye

A U.S. Air Force F-35A

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Yekşemê ragihand ku wan heta niha rêya 92 keştîyan li tengava Hormuzê guherandiye.

CENTCOM’ê wêneya firokeka şer a F-35A ya Hêza Esmanî ya Amerîkayê belav kir ku dibêje ew li ser avên herêmî nobedarîyê dike, di demekê de ku ew dorpêça deryayî ya li dijî Îranê didomînin.

“Heta 6'ê Îlonê, hêzên Amerîkayê 92 keştîyên bazirganî ji nû ve araste kirine. 3 ji wan jikar xistine û rabûne ser pişta 2’yên din, da ku pabendbûna bi pîvanan misoger bikin,” CENTCOM’ê got.