Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka dorpêça li dijî Îranê heta îro Şemîyê hêzên Amerîkî rê li ber 78 keştîyên bazirganî girtine.
CENTCOM'ê wêneyek li ser platforma X'ê belav kir û got: “Helîkoptereke leşkerîya Amerîka çavdêrîya keştîyên bazirganî li ser avên nêzîkî Tengava Hormuzê dike û cîbicîkirina dorpêça deryayî ya li dijî Îranê didomîne.”
Ji bilî 78 keştîyên ku rê li ber wan hatine girtin, CENTCOM herwiha got ku "wan 4 keştîyên din jî ji kar xistine.”
Berî çar hefteyan, CENTCOM'ê dest bi sepandina dorpêçê li dijî keştîyên ku diçin ya ji benderên Îranê tên kir.
Tevî ku agirbestek di navbera Amerîka û Îranê de heye, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dorpêça deryayî dê berdewam bike heta ku Îran mercên peymana aştîyê qebûl bike.