CENTCOM: Bêhtirî 50,000 Leşkerên Amerîkî di Operasyona Dijî Rejîma Îranê de Beşdar in

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje ku artêşa Amerîkayê di kêmtirî 100 demjimêrên Operasyona Hêrsa Dastanî de bi karanîna zêdetirî 2,000 alavên leşkerî û teqemenîyan li nêzîkî 2,000 armancên li hundirê Îranê xistiye.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di vîdyoyeke ku roja Sêşemê li ser X’ê hate weşandin de got, "Zêdetirî 50,000 leşker, 200 balafirên şer, du keştiyên firokhilgir û bombeavêj ji Amerîkayê di operasyonê de beşdar in, û alavên din jî di rê de ne."

Wî got ku hêzên Amerîkî 17 keştîyên Îranî, di nav de keştîyeke binavî jî, wêran kirine û êrîşî nêzîkî 2,000 armancan li Îranê kirine.

Wî got, "Rejîma Îranê bi dehan salan e ku rê li keştîyên navneteweyî digire. Îro, li Kendavê, Tengava Hormuzê û Deryaya Omanê keştiyeke Îranî jî naxebite."

"Em balê dikişînin ser armanckirina her tiştê ku dikare guleyan ber bi me ve biavêje. Me parastina esmanî ya Îranê bi giranî lawaz kiriye û bi sedan mûşekên balîstîk, avêjerên mûşekan û dron ji holê rakirine," wî got.

Wî her wiha anî ziman ku Îranê heta niha zêdetirî 500 mûşekên balîstîk û zêdetirî 2,000 dron avêtine.

Cooper got ku Komara Îslamî bi awayekî kor mûşek û dronan diavêje sivîlan, "her çend şiyana Îranê ya harmanckirina me û hevkarên me kêm dibe, ev jî di demekê de ye ku hêza me ya şer zêde dibe."