CENTCOM Spasîya Hêzên Amerîkî li Behreynê Dike Piştî Xistina 14 Dronên Îranî

Wêne ji CENTCOM'ê ye.

Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), Brad Cooper, pesna leşker û deryavanên Amerîkî yên li Behreynê kir ji ber ku di nav çend hefteyên borî de 14 dronên Îranî xistine.

Ev leşker di Yekîneya Hevbeş a Sîstemên Dijî-Firokên Bê Firovevan (C-UAS) de kar dikin. Admîral Cooper îro Pêncşemê li ser platforma X'ê ragihand ku profesyonelî û jêhatîbûna vê yekîneyê jiyana kesan rizgar kirine.

Yekîneya C-UAS li Behreynê dixebite û piştgirîyê dide hêzên Amerîkî û Hêzên Deryayî yên Hevbeş li Rojhilata Navîn.