Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Duşemê ragihand ku wan pêleke din a êrîşên dijî Îranê bidawî kiriye.
CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got ku wan, “Di 12'ê Tîrmehê de pêleke nû ya lêdanên êrîşker li dijî Îranê temam kir, ku tê de gelek cih kiribûn armanc da ku şîyana Îranê ya berdewamkirina êrîşkirina keştîyên navneteweyî yên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin, kêm bike.”
CENTCOM’ê bal kişand ser wê yekê ku hêzên Amerîkî di van êrîşan de, sîstemên berevanîya esmanî yên Îranê, cihên radarê yên peravê, şîyanên mûşek û dronan û qeyîkên piçûk, kirin armanc.
“Tengava Hormuzê korîdoreke deryayî ya girîng e ji bo bazirganîya cîhanî. Îran wê kontrol nake,” CENTCOM’ê got.
Daxuyanîya CENTCOM’ê anî ziman ku “Hêzên Amerîkî amade ne û bi cih bûne da ku azadîya keştîvanîyê ji bo keştîyên bazirganî piştrast bikin, tevî êrîşkarî, zêdegavî, gef û ragihandinên bê bingeh ên Îranê.”
CENTCOM’ê doh demjimêr 5ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê, dest bi êrîşên zêdetir li dijî Îranê kir wek bersivdana “êrîşkirina ser deryavanên sivîl û keştîyên bazirganî yên ku bi azadî di Tengava Hormuzê re derbas dibin.”