Amerîka Pêla Şeşem a Êrîşên Dijî Îranê Temam Kir

Flight operations aboard USS George H.W. Bush

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê pêla xwe ya şeşem a êrîşên dijî Îranê temam kir.

CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got, “Îro demjimêr 9:40ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) pêla xwe ya dawî ya êrîşên mezin ên li dijî Îranê temam kir.”

“Hêzên Amerîkayê, bi balafirên şer, dron, keştîyên şer, û cebilxaneyan li dehan armancên leşkerî yên Îranê xistin, di nav de jî cihên çavdêrîya peravê û parastina esmanî, binesazîya lojîstîk a leşkerî û şîyanên deryayî. Ev şeva şeşemîn a êrîşên li pey hev ên Amerîkayê li dijî Îranê bû,” CENTCOM’ê got.

CENTCOM’ê anî ziman ku ew şîyanên leşkerî yên Îranê bêhtir têk dibe û Îranê ji ber êrîşên dawî yên li ser keştîyên bazirganî muhasebe dike.

Daxuyanîuya CENTCOM’ê bal kişand ser wê yekê ku Zêdetirî 50,000 endamên xizmeta Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn dixebitin û hişyar û di amadebaşyîya leşkerî de ne.