CENTCOM: Di Êrîşa Amerîkî de li Sûriyê Berpirsên DAIŞê Hatin Kuştin

Virus Outbreak Florida

Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê demjimêr 02:57 danê sibê li gor dema herêmî li Sûriyê di êrîşeka serkeftî ya helîkopteran de berpirsên DAIŞê kuştin.

Li gorî daxuyaniya USCENTCOMê ku di malpera xwe ya fermî de weşandî ye dibêje, li gor dema navxweyî roja 11ê Dîsemberê de, du berpirsên DAIŞê di nav wan de Anas, ku Walîyekê DAIŞê ye li Sûriyê yê ku beşdarî di planên kujer û operasyonên asankariyê yên girûpê de kirine li rojhilatê Sûriyê, di êrîşê de hatiye kuştin.

CENTCOMê di hesaba xwe ya twîterê de jî daxuayniya rojnamegerî derbarê êrîşê û kuştina berpirsên DAIŞê li Sûriyê weşand.

Di plansaziyeke berfireh ya yekalî de operasyon pêkhat da ku kuştina wan berpirsan misoger bike.
Di nirxandinên destpêkê de hat diyarkirin ku ti sivîl nehatine kuştin yan jî birîndar kirin.

Amerîka li hember gefên cîhanî yên DAIŞ bi hevkarîya hêzên herêmî pabend dimîne. DAIŞ berdewam e li ser ajêndaya xwe ya dojminkarî, di nav de êrîşên derve yên ku hevalbend û hevkarên Amerîkî li herêmê û derve tehdîd dikin.

Daxyuyanî dîsan dibêje "DAIŞ li ser ewlekarî û aramiya herêmê hêjî gefên xwe berdewam dike.

Ev operasyon pabendbûna domdar ya CENTCOMê ye, ji bo misogerkirina têkçûna domdar ya wê komelê dubare dike.

Joe Buccino, Peyvdarê CENTCOMê got "Mirina van berpirsên DAIŞê dê şiyana rêxistina terorîst ya plankirin û pêkanîna êrîşên têkder li Rojhilata Navîn têk bibe."