Barrack Pêşwazîyê li Danûstandinên Chevron û Sûrîyê Dike

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Îraq û Sûrîyê, Tom Barrack, îro Înê pêwazîyê li danûstandinên kompanîya petrolê ya Amerîkî Chevron ligel hikûmeta demkî ya Sûrîyê kir.

Barrack di postekê de li ser X'ê got ku weberhênana kompanîyên Amerîkî dikare alîkarîya nûavakirina binesazîya enerjîyê li Sûrîyê bike.

Peyama Barrack derbarê danûstandinên Chevronê wek nîşandana helwesta Washingtonê tê dîtin ku piştgirîyê dide hikûmeta Sûrîyê.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûrîyê, SANA, îro Pêncşemê ragihand ku şandeke kompanîya Chevron duh Pencşemê li Şamê ligel serokê Kompanîya Petrolê ya Sûrîyê hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de, herdu alîyan gavên ku jibo veguherandina lihevtêgihîştina meha Sibatê ya ser peymanekê jibo lêgerîna petrol û gazê pêwîst in, axivîne.

Chevron û Kompanîya Petrolê ya Sûrîyê bi taybet plana lêgerîna petrol û gaza xwezayî li Bloka 1'ê nirxandine. Ev blok li berava Sûrîyê li Deryaya Sipî dikeve.

Her du alî hevbîr bûne ku jibo peymanekê pêwîst e xebatên hevbeş bidomin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî sivikkirina toleyan, Washington piştgirîyê dide weberhênana kompanîyên Amerîkî li Sûrîyê, bi tyabet di pîşesazîya enerjîyê de.

Şam di heman demê de hewl dide ku li weberhênerên Ewrupî jî peyda bike û bîne Sûrîyê.

Vê hefteyê li Şamê, Sûrîyê û Yekîtîya Ewropayê derbarê pêşniyara peymaneke bazirganî û weberhênanê de gotûbêj kirin. Li Emana paytexta Urdunê jî, karbidestên Sûrîyê bi nûnerên kompanîyên Fransî re civîyan da ku di warên enerjî, binesazî û tenduristîyê de derfetên weberhênanê nîqaş bikin.