Amerîka Dixwaze Jinûve Dest bi Danûstandinên Leşkerî yên bi Çînê re Bike

Biden û Serokê Çînê Xi Jinping

Berdevikê Qesira Sipî John Kirby îro Înê got ku Amerîka dixwaze jinûve dest bi danûstandinên leşkerî yên bi Çînê re bike.

“Dibe ku jiber ku hevtayekî Çînî yê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin tuneye danûstandin kêm mane,” Kirbi, di firoka taybet ya seroktîya Amerîka, Air Force One de ji rojnamevanan re got.

Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping meha borî li Kalîfornîya di hilcivînekê de li hev kirin ku danûstandinan bidomînin.

Danûstandinên Amerîka û Çînê piştî Seroka berê ya Civata Nûneran Nancy Pelosi, Tebaxa 2022’yan serdana Taywanê kiribû hatibûn birîn.

Şêwirmendên Biden bawer dikin ku danûstandinên domdar dikarin rê li ber gurbûna girjîya di navbera Amerîka û Çînê de bigirin.

Hêzên Amerîka û Çînê salên borî jiber cûdabîrîyên heyî jimareke caran hatibûn hemberî hevdu.