Şandeya Kongrêsa Amerîka Beşdarî Hilcivîna NATO’yê Dibe

Dîmeneke berîya destpêkirina Hilcivîna 36’an ya NATO’yê paytexta Tirkîyê, Enqerê, 6ê Tîrmeha 2026’an.

Kongrêsa Amerîka îro Duşemê ragihand ku wê şandeyeke senatoran wê beşdarî Hilcivîna 36’an ya NATO’yê ya lî paytexta Tirkîyê, Enqerê bibin.

Di daxuyanîya nivîskî de hat dîyar kirin ku şandeya Kongrêsa Amerîkî 3 Komarî û 3 Demokrat bî giştî jî 6 (5senator, 1 endamê Civata Nûneran ) pêk tê.

6 nûnerên Kongrêsê endamên Komîteya Têkîlîyên Derve ya Civata Senatoran û herwiha endamên Koma Çavdêrîya NATO’yê ya Senatoyê ne.

Senatora demokrat a wîlayeta New Hamshire Jeanne Shaheen, wê seroktîya şandeya Kongrêsa Amerîkî bike, ku endama payebilind komîteya Têkiliyên Derve ya Civata Senatoran û Hevseroka koma Çavdêrîya NATO’yê ye.

Nasnameyên endamên din wiha hat rave kirin:

Senatorê Demokrat yê wîlayeta Delaware Chris Coons, Senatorê Demokrat yê wîlayeta Illionois Dick Durbin, Senatorê Komarî yê wîlayeta Dokotaya Başûr Mike Rounds, û endamê Komarî yê Civata Nûneran yê herema 10’an yê wîlayeta Ohio.

Di daxuyanîyê hat gotin ku şandeya Kongresa Amerîkî wê di hevdîtinên li Hilcivîna li Enqerê wê balê bikşîne ser rola NATO’yê di berevanîya hevpar û ewlehîya herêmî de

Di daxuyanîyê hat gotin ku ewê “tekez bike ku NATO di astengkirina êrîşan de, di pêşîgirtina li pevçûnên biha giran û herwiha jibo ewletir û bihêztirkirina Amerîkîyan li welatê xwe roleka wê ya navendî berdewam dike.”

Hilcivîna 36’an ya NATO’yê wê 7 û 8’ ê Tîrmeha 2026’an de li Enqerê,ku paytexta Tirkîyê ye were darxistin.

Li bendeye ku wê rêberên dewlet û hikûmetan yên 32 welatên endamê NATO’yê, nêzîkî 100 wezîr û bi hezaran mîvanên biyanî beşdarî Hilcivîna li Enqerê bibin.

Serokê Amerîka Donald, Wezîrê derve yê Amerîka Marco Rubio jî beşdarî Hilcivîna 36’an ya NATO’yê dibin.