Amerîka li NY Piştgirîya Sizayên Bêtir li ser Kûbayê Dike

Dengdanek do Çarşemê li Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat ku ji Amerîkayê xwest cezayên aborî yên li ser Kûbayê bi dawî bîne. Lê encamên dengdanê asta herî nizm a piştgirîyê ji bo daxwaznameyê di sê dehsalan de nîşan da.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bo cara 34emîn biryarek derxist ku daxwaza rakirina cezayên Amerîkî yên li ser welêt dike. Vê carê, biryarnameyê piştgirîya 130 welatan bi dest xist, 17 deng li dijî û 25 jî bêalî man. Di dengdana sala borî de, biryarnameyê 165 deng bi erê, 7 deng li dijî û 12 bêalî wergirt.

Her çend biryar sembolîk be jî, Washington guhertina rêkê wekî serkeftineke dîplomatîk bi nav kir.

Balyozê Amerîkayê li NY Mike Waltz got ku hejmara welatên ku li dijî biryarnameyê deng dane, ji dengdanê dûr mane, an jî bêalî mane hema hema sêqat zêde bûye.

Waltz li ser X got: "Hîn jî gelek kar heye ku were kirin, lê cîhan dest bi redkirina propagandaya rejîma Kûbayê kiriye, nemaze piştî ku gendelî û zordarîya wê eşkere dibe."

Di nav welatên ku helwesta xwe guhertine de Almanya, Îtalya û Koreya Başûr hebûn; Lê belê, welatên ku berê piştgirîya biryarnameyê kiribûn, vê carê bêalîbûna xwe ragihand.

Di heman demê de, Endamê Komarî yê Kongresa Amerîkî ji Florîdayê Mario Díaz Balart, ku rexnegirekî navdar ê hikûmeta Kûbayê, dengdan wekî nîşanek redkirina navneteweyî ya zêde ya rejîma Havanayê binav kir.

Balart got, "Rejîma Havanayê li ber hilweşînê ye, û bêtir welat şiyar dibin û sûcdaran ji bo kesên ku ew bi rastî ne û tiştê ku ew temsîl dikin nas dikin."

Wî got, "Ev dengdana li Neteweyên Yekbûyî nîşan dide ku dîktatorîya Kûbayê êdî nikare rastîyê veşêre an jî dengên ku daxwaza azadîya welêt dikin bêdeng bike."

Wezîrê Derve yê Kûbayê Bruno Rodriguez ravekirinên Amerîkayê yên ji bo dengdanê red kirin û pejirandina biryarnameyê wekî serkeftineke dîplomatîk a nû ji bo welatê xwe bi nav kir.

Rodriguez Washington tawanbar kir ku bi rêya gefên cezayên aborî û sînordarkirinên vîzeyê zextê li hikûmetên din dike da ku rêça dengdana xwe biguherînin.