Amerîka jibo Herêmên ji DAIŞ'ê Rizgarkirî 150 Mîlyon Dolar Alîkarî Dide 

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê got ku ewê jibo herêmên li Sûrîye û Îraqê yên ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatine rizgar kirin 150 mîlyon dolar alîkarî bidin.

Blinken ew alîkarî li Erebistana Saudî li konferansa ser têkbirina DAIŞ’ê ragihand.

‘’Ewlekarîya xirab û rewşên nemirovî û nebûna fersendên aborî dibin bingeh ku DAIŞ ji xwe re endamên nû dibîne.’’

Bliken eşkere nekir ku ewê alîkarîya jibo Sûrîyê çawa were dayîn.

Amerîka û welatên din yên Rojavî toleyên dijî hikûmeta Beşar Esad didomînin.

Çaverê ye Amerîka bi rêka hevbendên Kurd, Neteweyên Yekbûyî (NY) û komên xêrxwazîyê yên navneteweyî alîkarîyên xwe bigihîjîne herêmê.

Di koalîsyona cîhanî ya dijî DAIŞ’ê de pirtir ji 80 dewlet hene û ew jibo têkoşîna dijî wê rêxistinê hevkarîyê didomînin.

Blinken dîyar kir ku alîkarîya Amerîka ya 150 dolarî, parçeyeke alîkarîya giştî ya pirtir ji 600 mîlyon dolaran e.

Jêder: Reuters, VOA