Wezareta Derve ya Amerîka di derbarê pevçûnên ku li bajarê Helebê yê bakurê Sûrîyê dibin de got ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin.
Peyvdara wezaretê anî ziman ku ew ji hemû aliyan daxwaz dikin ku xweragir bin û “divê hemû alî bala xwe bidin ser çawaniya avakirina Sûrîyeyeke aram û aştiyane ku berjewendiyên hemû Sûrîyan biparêze û xizmetê ji wan re bike, ne ku welêt vegerînin nav çerxeke tundûtûjiyê.
Payvdar got ku şandiyê Amerîka bo Sûrîyê Thomas Barrack bi berdewamî piştgirî û hêsankarîya diyalogê di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de dike.
Wê herwiha bal kişand ser civînên ku ji hêla Barrack ve têne rêvebirin, bi armanca bicîanîn û jinûvepêgiriya bi peymana tevlêbûnê ya 10ê Adarê di navbera HSDê û hikûmeta Sûrîyê de.