Balyozxaneyên Amerîkî li Rojhilata Navîn ji Karmendan Dixwazin ku Xwe Biparêzin

Balyozxaneyên Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn ji welatîyên Amerîkî, û karmendên xwe, xwestine ku xwe biparêzin û tevgerên xwe sînordar bikin piştî ku Tehran di dema êrîşên Amerîkî û Îsraîlê yên li ser Îranê de welatên mêvandar bi mûşekan kirin armanc.

Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û Qeterê ragihand ku wan herî kêm du pêlên êrîşên mûşekî yên Îranê asteng kirine. Ebû Dabî berê mirina herî kêm welatîyekî sivîl ji ber bermahîyên mûşekan tomar kir.

"Ji ber dijminatiyên herêmî, Balyozxaneya Amerîkî li Ebû Dabî û Konsulxaneya Amerîkî li Dubey rênima dane karmendan ku xwe biparêzin," Erka Amerîkî ya li Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî de di şêwirmendiyekê de got, û ji hemî Amerîkîyên li wî welatî xwest ku "heta agahdarîyeke din" heman tiştî bikin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Manamaya Behreynê, got ku ewê roja Yekşemê ji ber êrîşên mûşekî yên berdewam ên li dijî Behreynê di 28ê Sibatê de bigire.

"Me hemû sozên konsulxaneyê yên birêkûpêk û awarte ji bo roja Yekşemê, 1ê Adara 2026an betal kirin. Emê dema ku balyozxane vegere xebatên normal, ragihînin," balyozxaneyê got.

Tedbîrên wekhev ji hêla Erka Amerîkayê li Erebistana Siûdî ve hatin girtin, ku şîret li karmendên xwe kir ku hişyarîyek zêdetir bidin û rêwîtiyên nepêwîst ên ber bi her dezgehên leşkerî yên li herêmê sînordar bikin, û her weha ji welatîyên Amerîkî yên li Padîşahîyê re jî pêşniyar kir ku heman tiştî bikin. Erebistana Siûdî got ku wê êrîşên mûşekî yên Îranê li herêma Riyad û Parêzgeha Rojhilat asteng kirine.

Balyozxaneyên Amerîkayê li Kuweyt, Îsraîl, Urdun û Qeterê hemî gotine ku ew ji bo hemî karmendan stargehekê bicîh tînin.

Qeter û Îsraîlê qada xwe ya esmanî ji bo firînên sivîl girtine.

Ev yek tê piştî ku serok Donald Trump roja Şemîyê ragihand ku dest bi operasyonên şer ên mezin li Îranê kir bi armanca "parastina gelê Amerîkî bi rakirina gefên rejîma Îranê."

Wezareta Cengê ya Amerîkayê got ku navê operasyonê "Operasyona Hêrsa Dastanî" ye.