Balyozxaneya Amerîka li Bexda Bang li Welatîyên Xwe Dike ji Îraqê Derkevin

Avahîya Balyozxaneya Amerîkayî li Bexdayê.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro Şemîyê bang li welatîyên Amerîkayî li Îraqê kir ku demûdest ji wî welatî derkevin, li demekê ku êrîşên Îranê û komên terorîst ên girêdayî wê li Îraqê berdewam dikin.

Balyozxaneyê di hişdarîyekê de got: "Mîlîşyayên terorîst yên ser bi Îranê ve êrîşên bêserûber Amerîkayî han dane û pêk anîne li dijî welatîyên Amerîkayî û armancên girêdayî Amerkayê li seranserê Îranê, di nav de jî li Herêma Kurdistana Îraqê."

"Divê welatîyên Amerîkayî demûdest ji Îraqê derkevin," balyozxaneyê ragihand.

Balyozxaneyê di dirêjahîya hişdarîya xwe de got ku komên terorîst ên ser bi Îranê ve çend caran êrîşî devera navnetewî li naverasta Bexdayê kirine.

"Êrîşên dubare li ser devera dora firokxaneya Hewlêrê ya navnetewî û konsulxaneya giştî pêk tên," balyozxaneya Amerîkayî da zanîn.

Balyozxaneyê bang li welatîyên Amerîkayî kir ku hewl nedin biçin balyozxaneyê li Bexdayê yan jî konsulxaneya giştî li Hewlêrê ji ber berdewamîya metirsîya êrîşên mûşek û dron û hawinan li asmanên Îraqê.

Li vê dema nebûna geştên asmanî ji Îraqê, balyozxaneya Amerîkayê bang li welatîyên xwe kir ku bi rêkên bejahî bi rîya Urdun, Erebistana Siûdî yan Tirkîyê ji Îraqê derkevin.

Welatîyên Amerîkayî ku pêdivî alîkarîyê ne, dikarin bi rêya email û telefonên jêrîn peywendîyê ligel desthilatên Amerîkayî bikin:


• Hejmara Awarte ya navxweyî bo Îraqê: 911
• Balyozxaneya Amerîka li Bexda: BaghdadACS@state.gov
• Konsulxaneya Giştî li Hewlêr: ErbilACS@state.gov
• Hêla Alîkarîyê ya Wezareta Derve: +1-202-501-4444