Balyozxaneya Amerîkî li Îraqê îro Çarşemê hişyarîyeke ewlehîyê ji bo welatîyên Amerîkî yên li Îraqê belav kir.
Balyozxaneyê di hişyarîya xwe de li ser platforma X’ê got, “ Ji ber pêşketinên herêmî, ji welatîyên Amerîkî yên li Îraqê tê xwestin ku amadebaşîyeke bilind biparêzin û çavkanîyên nûçeyên xwecihî bişopînin.”
Wê got, “Dibe ku di demek kurt de astengîyên rêwîtîyê û girtina qada esmanî çêbibin. Balyozxaneya Amerîkî ya li Îraqê hişyarîya Asta 4: “Neçin Îraqê” ji welatîyên Amerîkî re bi bîr tîne.”
“Welatîyên Amerîkî tên şîretkirin: "Ji ber ti sedemekê neçin Îraqê. Ger hûn li wir in, niha derkevin," Balyozxaneyê got.
Wê her wiha anî ziman ku “Ji bo agahîyên li ser rewşa firînê, divê welatîyên Amerîkî bi hêlên xwe yên esmanî re peywendîyan daynin.”
Ev hişyarî hat yekser piştî ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) ragihand ku wan dest bi êrîşên berevanîyê kirine li dijî gelek armancên Îranê.