Amerîka Dê Bacên Gumrigê li ser Yekîtîya Ewrupayê Zêde Bike

U.S. EU Trade

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku ewê hefteya bê bacên gumrigê yên ser otombîl û kemyonên ku ji Yekîtîya Ewrupayê derbasî Amerîkayê dibin zêde bike.

Trump li ser platforma Truth Social got, “Bi kêfxweşî radigihînim ku, ji ber ku Yekîtîya Ewrupî bi Peymana Bazirganîyê ya ku me bi tevahî li hev kiriye pêgir nabe, ezê hefteya bê bacên gumrigê yên ser otomobîl û kemyonên ku ji Yekîtîya Ewrupî derbasî Amerîkayê dibin zêde bikim.”

Serokê Amerîkî anî ziman ku, “bac dê 25% zêde bibin. Bi tevahî tê fêmkirin û erêkirin ku eger ew otomobîl û kemyonan li kargehên Amerîkayê berhem bînin, bac nabin.”

“Gelek kargehên otomobîl û kemyonan niha di bin avakirinê de ne, ku zêdetirî 100 mîlyar dolar tê weberhênan, di tomareke dîrokî ya çêkirina otomobîl û kemyonan de. Ev kargeh, ku bi karkerên Amerîkî têne xebitandin, dê di demek nêzîk de vebin. Qet tiştek wekû ku îro li Amerîkayê diqewime, çênebûye,” Trump got.

Piştî vê daxuyanîyê, Serok Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got ku bilindkirina bacê dê kompanîyên otomobîlên Ewrupayî neçar bike ku zûtir kargehên xwe bînin Amerîkayê.