Fermandarîya Hindo-Pasîfîkê ya Amerîkayê roja Înê got ku hêzên Amerîkî şeva borî keştîya bêwelat a M/T DAVINA ya ku siza lê hatiye ferzkirin li Okyanûsa Hindî girtine.
Fermandarîya Hindo-Pasîfîkê li ser platforma X'ê got: "Emê tedbîrên deryayî yên cîhanî bidomînin da ku torên neqanûnî têk bibin û keştîyên ku piştgirîya madî didin Îranê, li her deverê ku ew lê dixebitin, bigirin."
Washingtonê dorpêçek li ser bazirganîya Îranê bi rêya deryayî ferz kiriye. Di heman demê de Îranê teqe li keştîyan kiriye da ku rê li ber wan bigire ku di rêya avê ya Tengava Hormuzê de derbas nebin.
Hêzên Amerîkî di mehên dawî de gelek tankerên bazirganî û petrolê li Okyanûsa Hindî girtine.