Rawêjkarê Almanyayê Friedrich Merz dibêje têkilîya wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re baş dimîne tevî nakokîyên wan derbarê şerê Îranê.
Nakokî di nêrînên cuda yên di navbera rêveberîya Trump û hevalbendên wê yên Ewrupayî yên NATO'yê de li ser Îran û mijarên din hene, û di nav de jî krîza Ukraynayê.
Merz îro Çarşemê ji rojnamevanan re got: “Bi nêrîna min, têkilîya min bi Serokê Amerîka re hîn jî baş e, tenê her ji despêkê ve gumana min li ser şerê Îranê hebû, ji ber vê yekê min ev bi zelalî gotibû.”
Wî diyar kir ku li Almanya û Ewrupayê "em ji encamên wî şerî êşê dikişînin, wekî girtina Tengava Hormuzê. Ev bandoreke rasterast li ser berhevkirina enerjîya me dike û bandoreke mezin li geşedana me ya aborî dike."
Serok Trump do Sêşemê li ser platforma Truth Social gotibû, “Rawêjkarê Almanya, Friedrich Merz, hizir dike ku xem nake ku Îranê çekên navokî hebin.”
Trump anîbû ziman ku, “Ew nizane behsa çi dike! Eger Îranê çekên navokî hebana, dê tevahîya cîhanê dîl bûya.”