Wezîrê Cengê: Qonaxên Din ên Operasyonê li Îranê Dê Pir Bihêztir Bin

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth li baregeha Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê li ser operasyona leşkerî ya dijî Îranê axivî.

Hegseth got, "Îran hêvî dike ku emê nikaribin operasyonê bi heman hêzê bidomînin."

Wî got ku Îranîyan "hesabên şaş" kirine; Ji ber ku "me kêmasîya çek û cebilxaneyê tune ye, û bi rastî qonaxên din ên operasyonê dê pir bihêztir bin."

Hegseth tekez kir ku, "Bernameya vê operasyonê bi tevahî di destê Amerîkayê de ye."

Di vê navberê de, fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Brad Cooper, dema ku di demjimêrên dawî de têkbirina keştîyeke hilgira dronan ya Îranê ragihand, got ku şîyan êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî li gorî roja yekem a şer ji sedî 90 kêm bûye.

General Cooper tekez kir ku di qonaxa din a operasyonê de, "şîyana berhemhênana mûşekî ya Îranê dê were hilweşandin."

Wezîr Hegseth got ku Amerîka naxwaze armancên xwe yên leşkerî li Îranê berfireh bike.

"Îran bi êrîşkirina li ser welatên cîran ên wekî Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî, Qeter, Kuweyt û Erebistana Siûdî, wan bi bandor nêzîkî me dike û niha ew dipirsin ka em çawa dikarin li kêleka Amerîkayê xwe biparêzin," wî got.