Wezîrê Cengê: Dorpêça Deryayî ya Îranê Berdewam e û Em ne bi Lez in

Secretary of War Pete Hegseth

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth roja Înê got ku berevajî şerên dirêj, Operasyona Hêrsa Dastanî di demeke herî kurt de armancên xwe pêk anîne.

Pete Hegseth, di konferanseke rojnamevanî de ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê Dan Caine, got ku Operasyona Hêrsa Dastanî di nav çend hefteyan de zû gihîştiye armancên xwe, û ne wekû şerên demdirêj ên berê ye.

Wezîrê Cengê li ser dorpêça deryayî ya dijî rejîma Îranê got ku hin têgihîştinên şaş hene û hemî keştîyên ku bi Îranê ve girêdayî ne ku diçin an ji benderên wê tên, hatine rawestandin.

Hegseth got, "Îranî mîna çeteyên deryayan tevdigere û tiştekî kontrol nake." Wî got ku keştîyên ku ji hêla Îranê ve hatine girtin ne Amerîkî ne jî Îsraîlî ne.

Wî her wiha anî ziman ku, "Her keştîyek dikare bi çend Klaşnîkov û qeyikekê were girtin, û ev nîşan dide ku her kes dikare bi hêsanî vê yekê bike."

Hegseth derbarê rêkeftineke bi Îranê re go, "Serok Trump di hemû civînên taybet de teqez kiriye ku Amerîka ji bo gihîştina rêkeftinekê qet ne bi lez e, tenê li Tengava Hormuzê dorpêçê dirêj dike û li bombeavêje dide ."

Wî got ku Amerîka ne hewceyî Tengava Hormuzê ye, ji ber vê yekê top di meydana Komara Îslamî de ye.