Trump: Piştî 34 Salan Israîl û Libnan Danûstandinên Rasterast Dikin

Civîna Balyozên Îsraîlê û Libnanê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, 14'ê Nîsanê, 2026.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku rêberên Libnan û Îsraîlê dê îro Pêncşemê danustandinan bikin, di demekê de ku Pakistanê dibêje pêvajoya aştîyê li Libnanê ji bo danûstandinên di navbera Washington û Tehranê pir girîng e.

Trump derengî Çarşemê li ser platforma Truth Social got, “Ez hewl didim ku di navbera Îsraîl û Libnanê de bêhnvedanekê peyda bikim.”

Serok Trump got ku rêberên Îsraîl û Libnanê “Demeke dirêj e, nêzîkî 34 salan, bi hev re neaxivîne” û da zanîn ku ewê îro Pêncşemê herdu alî bi hev re biaxivin.

Axaftina Serokê Amerîkayê tê du rojan piştî ku balyozên Îsraîl û Libnanê li Washington bi navbeynkarîya Wezîrê Derve Marco Rubio kom bûn. Herdu alî hewl didin egera agibest û aştîyê gotûbêj bikin.

Krîza Libnanê di 2'ê Adarê de destpê kir, du rojan piştî destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê dijî Îranê, dema ku koma Hizbullahê êrîş dijî Îsraîlê destpê kir. Ev yek bû sedema êrîşeke Îsraîlê li ser Libnanê.

Hikûmeta Îsraîlê roja Çarşemê biryara egera danustandinên aştîyê ligel libnanê da.

Karbidestekî payebilind ê Libnanê ji ajansa Reuters re got ku Libnanê ti agahî li ser peywendîya telefonî ya di navbera Serokê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de nîne.