Wezîrê ENavxweyî yê Amerîkayê, Markwayne Mullin roja Yekşemê got ku koçberên ku li Amerîkayê di bin Statuya Parastina Demkî de dijîn, tenê du bijarde li ber wan hene: an bi rêya wergirtina destûrnameya rûniştina dayimî ya qanûnî, an jî vegerin welatên xwe.
Mullen di hevpeyvînekê de ligel bernameya "State of the Union" ya CNNê diyar kir ku rayedarên Amerîkî dê derfetekê bidin kesên di vê rewşê de ku rewşa xwe ya qanûnî birêkûpêk bikin û got: "Yan hûn gavên mayîna rûniştina dayimî temam bikin, an jî em ê alîkariya we bikin ku hûn vegerin welatê xwe."
Wî herweha got: "Em ê bilêteke balafirê bidin we, tevî nêzîkî 2100 dolaran ji bo alîkariya we dema ku hûn dighêjin wê derê. Lê belê statûya Parastina Demkî, wekî ku dadgeh dibêjin û herweha ji navê wê bi xwe jî diyar e, ne statûyeke dayimî ye."
Yasaya federal rê dide hikûmetê ku mafê rûniştina yasayî ya demkî li Amerîkayê bide wan kesên ku ji şer, karesat an mercên din ên dijwar reviyane.
Hêjayî gotinê ye ku Amerîkayê yekem car Statuya Parastina Demkî dabû kesên ji Haitîyê piştî erdheja wêranker a 2010an û herwiha Sûrîyên ku piştî welatê wan di 2012an de ket nav şerê navxweyî de.