Amerîka Sizayan Datîne ser 11 Karbidestên Kûbayê

Avahîya Wezareta Derve ya Amerîkayê li Washington.

Hikûmeta Amerîkayê roja Duşemê siza danîn ser 11 karbidestên Kûbayê, di nav wan de wezîrek û çend rêberên leşkerî. Ev gav di demekê de tê ku rêvebirîya Serok Donald Trump givaştinê ser rêberên komonîst ên Kûbayê zêde dike.

Danîna van sizayan beşek e ji kempeyneke berfirehtir li dijî Kûbayê, tê de Amerîka hewl herwiha dide ku şandina petrolê ji Venezuela bo Kûbayê asteng bike.

Rêvebirîya Trump dibêje ku rejîma komonîst li Kûbayê gendel e û nikare bi erkên xwe yên xizmeta gelê Kûbayê rabe.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de got ku rejîma Kûbayê îdyolojîya komonîst û dewlemendîya kesayetî di ser başkirina rewşa welatîyên xwe re dibîne.

"Amerîka dê berdewam bike ku kiryaran bike ji bo rûbirûbûna rejîma Kûbayê, ewên ku armancên wê pêşve dibin, û ewên ji derve ku rê didin elîtê ji bo qezenckirinê li dema ku gelê Kûbayê azarê dikişîne," Wezaretê got.