Amerîka Rê Dide Hindistanê ku bi Demkî Nifta Rûsyayê Bikire

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê biryar da ku bacên li ser Hindistanê ji bo 30 rojan rawestîne da ku ew bikaribe petrolê ji Rûsyayê bikire, di demkê de ku Îran di Tengava Hormuzê de tevlihevîyê çêdike.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent roja Pêncşemê got, "Ev tedbîra demkî dê sûdeke darayî ya girîng nede hikûmeta Rûsyayê ji ber ku ew ê tenê destûrê bide danûstandinên têkildarî petrola ku berê li deryayê asê maye."

Scott Bessent got, "Hindistan hevkara sereke ya Amerîkayê ye û em bi tevahî hêvî dikin ku ew kirîna petrolê ji Amerîkayê zêde bike."

"Ev tedbîr dê fişarên ku ji ber hewildanên Îranê yên ji bo dîlgirtina enerjîya cîhanî çêdibin sivik bike," Bessent got.

Di meha Tebaxa borî de, Amerîkayê bacên ji sedî 25 li ser kompanîyên Hindî yên ku xwe dispêrin petrola Rûsyayê sepandin.

Serok Trump got ku ev gav ji bo pêşîgirtina li Rûsyayê ye ku bi rêya pereyên petrolê şerê li dijî Ukraynayê bidomîne.

Ji destpêka operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê û ji ber gefên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Tengava Hormuzê, bihayên petrolê zêde bûne.