Amerîka Dibêje Êrîşên Mûşekên Balîstîk ên Îranê 90% Kêm Bûne

Wezirê Cengê yê Amerîka Pete Hegseth digel Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê Brad Cooper li Baregeha Hêza esamnîya MacDill li Tampa, Floridayê ragihand ku hêzên Amerîka di rojên destpêkê yên Operasyona Hêrsa Dastanî (Epic Fury) de derbeyên wêranker li artêşa Îranê dan û şiyanên wê yên deryayî û mûşekî têk birin û dan zanîn ku helmeteka mezintir û berdewam di rê de ye.

Brad Cooper bi hûrgilî behsa berfirehbûna operasyonên deryayî kir û got, ku hêzên Amerîka di demjimêrên dawî de, êrîş dijî keştîyên Îranî zêde kirine û şiyana Tehranê ya deryayî bêtir qels kiriye.

Admîral Cooper herwiha got, "Heta niha me zêdetirî 30 keştî wêran kirine û tenê di çend demjimêrên dawî de, me keştîyeke firokhilgir ya biçûk kir aramanc ku ya serdema Şerê Cîhanê yê Duyem bû, û niha dişewite."

Di Alîyeke din de, Admîral Cooper dibêje, ku êrîşên asmanî yên dijî hêzên rejîma Îranê dewam dikin ku şiyana Îranê ya pêkanîna her hewleka êrîşên tolhildanê bi awayekî berbiçav kêm kiriye.

Amerîka bingehên mûşekan, binesazî, fermandarî û parastina esmanî li kûrahîya welêt dike armanc, da ku rêgirîyan li êrîşên pêşerojê bike.

Admîral Cooper got, "Êrîşên mûşekên balîstîk her ji roja yekem ve bi rêjeya 90% kêm bûne û êrîşên dronan bi rêjeya 83% kêm bûne."

Hegseth eşkere kir ku operasyon hêdî nabe û diyar kir ku hêz û kelûpelên zêdetir ber bi deverê zêdetir dibin.