General Dan Caine, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê, îro Înê li Pentagonê di konferanseke rojnamevanî de ligel Wezîrê Ceng yê Amerîka Pete Hegsett got, dorpêça deryayî ya rejîma Îranê berdewam dike û heta niha 34 keştî hatine vegerandin.
Herwiha got, Fermandarîya Navnedî ya Amerîkayê (CENTCOM) hemû keştîyên ku diçin Îranê an jî ji Îranê tên radiwestîne.
Wî got ku hemû keştî fermanên wan bicih tînin, ji bilî yek keştî, ku li gorî Caine, ew jî hate wêrankirin û desteserkirin.
Caine herwiha diyar kir ku piştî çend hişyarîyan, keştîyeke Îranî ji alîyê hêzên Amerîka ve hate armancgirtin. Beşê motor ê keştîyê hate lêdan. Piştre hêzan bi fermana CENTCOM'ê keştî desteser kir û niha karkerên xizmeta keştîyê bi ewlehî di destên me de ye.