Civîna teknîkî ya asta bilind di navbera Amerîkayê û Îranê de roja Yekşemê li Swîsrayê dest pê kir, piştî îmzekirina Rêkeftina aştiyê ya hefteya borî ku pevçûnek 110 rojî li Rojhilata Navîn rawestand.
Nûnerên navbeynkarên sereke, Pakistan û Qeter jî beşdarî Hilcivîna "Gola Lucerne" ya li Swîsrayê bûn.
Cîgirê Serok Amerîkayê JD Vance serokatiya tîma danûstandinên Amerîkayê dike, di heman demê de Serokê Parlamentoya Îranê Mohammad Baqir Qalibaf serokatiya tîma welatê xwe dike.
Vance li Lucerne bi rojnamevanan re axivî û got ku di çend demjimêrên borî de "pêşkeftinek mezin" di civîna yekem a asta bilind a serokatiyê ya Amerîkî û Îranî de li derveyî Îslamabadê hatbû çêkirin.
JD Vance li kêleka Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokwezîrê û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim El-Sanî got, “Tiştê ku em anîne vê gavê, serokatiya serokê Amerîkayê ye, û her weha xwesteka serokî ji bo dîtina Rojhilata Navîn a ku ji ya berî 10 salan aram û pêşkeftîtir be.'"
JD Vance herweha got: 'Tiştê ku em hewl didin li vir bi dest bixin pir hêsan e: Bi rêya dîplomasiyê û bi rêya karkirina bi hev re, em dixwazin Rojhilata Navîn veguherînin; qada ku tê de Îran û welatên Kendavê di nav şerekî de bûn, an bi kêmanî peywendiyên wan gelekî nebaş bûn. Îran her dem alavê aramîyê bû. Lê niha, em paşerojekê dibînin ku tê de her kes dikare bi hev re kar bike, ji bo geşepêdana aştî û bextewariyê ji bo her kesî."
Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ku roja Pêncşemê hatî îmzekirin, bû sedema vekirina Tengava Hormuzê ji aliyê Îranê ve, her weha rakirina dorpêça Amerîkayê li ser bender û termînalên petrolê yên Îranê, û Tehran pabend kir ku çekên navokî peyda neke, ne bi dest bixe û ne jî pêş bixe."
Vance li ser bandora Rêkeftinê di wan çend rojên piştî îmzekirinê de rawestiya û got, "Tiştê ku me li Amerîkayê dîtiye bihayê gazê kêmtir lê hat, me herikîna azad a petrol û gazê dît, me aştî dît, û niha em hewl didin ku li ser vê yekê ava bikin da ku bibînin ka em dikarin ji bo pêşerojê tiştek hîn çêtir û domdartir ava bikin."
Cîgirê serokê Amerîkayê, zêde kir û got ku Amerîka amade ye ku têkiliyên xwe bi Îranê re "biguherîne" eger Tehran reftarên xwe biguherîne û got, "Tiştê ku serok ji me xwestiye ev e ku em rûpelek nû vekin da ku têkiliyên me bi gelê Îranê re werin guhertin, û destê xwe dirêj hev bikin ku ji gelê Îranê re bêje ku ger serokatiya we amade be ku dev ji aalvên bêaramiya li herêmî berde, ger ew amade bin ku ji bo demek dirêj dev ji armancên çekên navokî berdin, wê hingê Amerîka amade ye ku têkiliya me bi wî welatî re bi şêweke bingehîn biguherîne. "
"Bê guman ev armanca me ye, me di çend demjimêrên dawî de pêşveçûnek mezin çêkiriye û ez hêvî dikim ku em ê di demjimêrên pêş de pêşveçûnek din bikin." Vance got.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf diyar kir ku danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê de dê bandorê li ser aştiya cîhanî bike û got "Ez bawer dikim ku em ê danûstandinên pir baş encam bidin, ku hêvîdarim di heyama bê de bibe sedema encamên gelekî berhemdar."
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Al Sanî tekez kir ku rekeftina di navbera Amerîkayê û Îranê de ji bo ewlehiya herêm û cîhanê, û ji bo aboriya cîhanî girîng e.
Al-Sanî got, "Ahenga Pîrozbahiya me ew e, dema ku em bigihîjin rêkeftina dawî, hêvîdarim ev tenê destpêk be, û ez ji her kesî re her tiştê baştrîn dixwazim. Qeter dê heta dawiyê, heta ku em bigihîjin çareseriyekê, ji bo piştgiriya van navbeynkariyan dilsoz bimîne,"
Wî berdewam kir û got, "Ez bawer dikim ku em ê danûstandinên pir baş encam bidin, ku hêvîdar im di heyama bê de bibe sedema encamên gelekî berhemdar."
Gotûbêjên teknîkî yên roja Yekşemê beşek ji Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê “Memorandum of Understanding (MOU)” ne ku ji hêla Amerîkayê û Îranê ve hatî îmzekirin, ku her du aliyan pabend dike ku di nav 60 rojan de danûstandinan bikin û bigihîjin rêkeftinek dawîn. Hevoka "peymana dawî" di heşt xalên din ên MOU de jî xuya dike.
Vance roja Pêncşemê got ku tenê rêya ku Îran sûdê ji peymanê werbigire ew e ku bi tevahî pabend be û tevgera xwe biguherîne.
Trump roja Yekşemê ji Îranê xwest ku "Bilez rê li ber hêzên xwe yên bi wekalet (proxies) yên bi mûçeyên bilind li Libnanê aloziyê çêdikin bigire, û wî got, "Heke evê yekê nekin, em ê dîsa pir bi tundî li Îranê bixin, mîna ku me hefteya borî kir, tenê bi tundî!!!" wî di postek li ser Truth Social de got.