Karbidestekî Koşka Sipî roja Şemîyê ragihand ku raportên dibêjin Washington razî bûye ku mal û milkên Îranê yên cemidandî azad bike ne rast in.
Ajansa Reuters îro di raportekê de li ser zarê karbidestekî payebilind ê rejîma Îranî gotibû Amerîka qayil bûye ku mal û milkên Îranî yên cemidandî yên li Qeter û bankên din ên biyanî azad bike.
Çavkanîyê, ku navê wî nehat eşkerekirin, ji Reuters re got ku azadkirina mal û milkên Îranê "rasterast bi misogerkirina derbasbûna ewle di Tengava Hurmuzê re têkildar e."
Tengava Hurmuz mijarek serekî ye di danûstandinên Amerîka û Îranê li Îslamabadê de.
Reutersê diyar ku çavkanîyeke duyemîn a Îranî jî îdîa kiriye ku Amerîka razî bûye ku 6 milyar dolar mal û milkên Îranî yên cemidandî yên li Qeterê azad bike.
Qeterê ti bersiv raportê derbarê van îdîayan nedaye.
Mal û milkên ku behsa wan tê kirin di destpêkê de berî heşt salan hatin cemidandin.
Divîyabû ev 6 milyar dolar di sala 2023'an de wekî beşek ji pevguhertina girtîyan di navbera Amerîka û Îranê de bihata azadkirin, lê piştî êrîşên 7'ê Cotmeha 2023'an ên li ser Îsraîlê, ew pere ji alîyê rêveberîya Serok Joe Biden ve careke din hatin cemidandin.
Karbidestên Amerîkî wê demê got ku rejîma Îranê dê di siberoja nêzîk de negihêje van pereyan û tekez kirin ku Washington mafê xwe diparêze ku hesabên darayî yên Îranê bi tevahî bicemidîne.