CENTCOM: Îdîayên Pasdarên Îranê ser Xistina Firokeke Amerîkî Derew in   

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îdîayên hêzên Pasdarên rejîma Îranê derbarê xistina firokeke cengê ya Amerîkayê nerast in.

Hêzên Pasdarên Îranê doh Pêncşemê gotibûn ku wan firokeke şer a cureyê F-35 a Amerîkayê xistiye xwarê.

CENTCOM piştrast kir ku hemû firokên cengê yên Amerîkî ewle ne û herwiha da zanîn ku ev cara şeşemîn e ku ajansên ragihandina rejîma Îranê li ser zarê Hêzên Pasdaran peyamên nerast belav dike.

CENTCOM Çarşemê ragihand ku ji destpêka Operasyona Hêrsa Dastanî ya dijî rejîma Îranê li 28'ê Sibatê ve, artêşa Amerîkayê li bêtirî 12,300 armancên Îranî dane. Di van êrîşan de bêtirî 155 keştîyên Îranî hatine wêrankirin an ziyan dîtine.