Trump Kongresa Amerîka li ser Êrîşên Dijî Îranê Haydar Dike

Serokê Amerîka Donald Trump bi peyameke fermî Kongresa Amerîkayê derbarê êrîşên Amerîka yên dijî Îranê haydar kir, wekî hewlek bo peydakirina behaneyeke qanûnî bo vê operasyonê.

Televizyona Fox News ragihand ku Trump gote Senatorê Komarî, mezine senatorê Senatoyê, Chuck Grassley, ku “Di van êrîşan de ti hêzên bejayî yên Amerîka nehatine bikaranîn" û ev erk “bi awayekî hatiye danîn û bicîhanîn ku qurbanîyan di nav sivîlan de kêm bike, êrîşên siberojê asteng bike, û kiryarên bi ziyan ên Îranê sînordar bike.”

Ev yek tê piştî êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê roja Şemîyê li dijî Îranê wekî beşek ji Operasyona Hêrsa Dastanî (Epic Fury). Di roja yekê ya van operasyonan de rêberê bilind yê Îranê Elî Xamineyî û hejmareke mezin ya karbidestên rejîma Îranî hatin kuştin.

Serok Trump got ku ew vê raportê dişîne Kongresê "Wekî beşek ji hewldanên min ên agahdarkirina Kongresê ku li gor desthilata min rêkdikeve.”

Ev gav di demekê de tê ku hin qanûndanêrên Komarî û Demokrat hewl didin kiryara leşkerî ya Amerîkayê sînordar bikin û piştrast dikin ku bêyî erêkirina Kongresê ne li gor destûrê ye.

Serokê Amerîkayê, Îran weke sponsera yekem ya terorîzma cîhanî binav dike.

Trump roja Duşemê dîsa got ku “Rejîma Îranê di hewlên bidestxistina çekên navokî de berdewam e.”