Serok Trump Operasyona Aborî ya Herî Kujer li Dijî Îranê Ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ro Çarşemê, 19’ê Tebaxê, di peyameke tund de ku li ser hesabê wî yê fermî yê Truth Social hate weşandin, destpêkirina "operasyona aborî ya herî kujer" a dîrokê li dijî Komara Îslamî ya Îranê ragihand.

Trump peyama xwe bi gotina ku wî ji her kesî bêtir derfet dane Tehranê ku bigihêje rêkeftinekê, dest pê kir, lê got ku rayedarên Îranî ji vê derfetê sûd wernegirtine.

"Mixabin ji bo wan, ew nekarîn bigihêjin rêkeftinekê, ji ber vê yekê îro ez operasyona aborî ya herî dijwar a ku li dijî welatekî dibe, radigihînim. Ev dê şerekî aborî û îzolekirineke bêhempa be,” wî got.

Serokê Amerîkayê dibêje ku hêzên deryayî û esmanî yên Îranê têk çûne û kargehên çekên wan hatine wêrankirin. "Pereyê wan bêqîmet bûne û welatê wan bi tayekî ve girêdayî ye," serok got.

Trump hişyariyek tund da hemû welatên ku hîn jî bi Tehranê re têkiliyên wan hene û got ku her welatek ku bi rêya bank, kompanî, balafirgeh an dezgehên hikûmetê alîkarîya Îranê bike dê bi encamên aborî yên xirab re rû bi rû bimîne.

Serokê Amerîkayê tekez kir ku divê qaçaxçîtîya petrolê, guhertina pereyan, veguhastina pereyan û karkirina kompanîyên sexte tavilê werin rawestandin.

Trump bang li hemû hevalbendên Amerîkayê kir ku bi hev re kar bikin da ku Îranê îzole bikin û gefên wê têk bibin. Wî got ku ev tedbîrên dîrokî dê rê li ber şiyana Tehranê ya belavkirina terorîzmê li çaralîyê cîhanê bigirin.

Trump di dawîya peyama xwe de got: "Îran dê ti carî ne xwedîya çekên navokî."