Amerîka 10 Milyon Dolar bo Agahîyên ser Hackerên Îranê Terxan Dike

Bernameya Xelatên ji bo Dadmendîyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, xelatek heta 10 milyon dolarî ragihand ji bo agahîyên ku dibin sedema destnîşankirin an jî têkoşîna li dijî çalakîyên sayberî û hackkirinê yên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê.

Bernameyê roja Pêncşemê, 20’ê Tebaxê, li ser platforma X’ê peyamek weşand û ji kesên ku agahîyên li ser çalakîyên hackerên hikûmeta Îranê hene xwest ku wan ji Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê re dabîn bikin.

Di peyamê de hat gotin ku kesên ku agahîyên kêrhatî li ser hacker û ajanên sayberî ên rejîma Îranê, an jî çalakîyên wan, didin Amerîkayê, dibe ku xelatek pere û veguheztina bo cihekî ewledar ji wan re were pêşkêşkirin.

Daxuyanîya Wezareta Derve bi taybetî behsa Birca Yas li Tehranê kir û got ku hejmarek kesên ku çalakîyên sayberî ên zîyanker ji bo Pasdaran û berpirsên payebilind ên hikûmeta Îranê pêk tînin, li wir dijîn.

Daxuyanîyê herwiha Îlaha Yezdî wekî nişteciha Bircê destnîşan kir û got ku ew hevkara nêzîk a Mihemed Baqir Şîrînkar e, berpirsê girêdayî Fermandarîya Sayber û Elektironî ya Pasdarên Şoreşê.

Bernameya Xelatên ji bo Dadmendîyê di bin çavdêrîya Xizmeta Ewlekarîya Dîplomatîk a Wezareta Derve de dixebite û ji bo agahdarîyên têkildarî gefên ewlehîyê yên li ser Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê û berjewendîyên wê, xelatên darayî pêşkêş dike.