CENTCOM: Tengava Hormuzê Vekirî ye û Îran Wê Kontrol Nake

U.S. Marines from the 31st Marine Expeditionary Unit board M/V Blue Star III, a commercial ship suspected of attempting to transit to Iran in violation of the U.S. blockade of Iranian ports, April 28, 2026.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser platforma X’ê got ku Tengava Hormuzê ji bo hemî keştîyên qanûnî vekirî ye û trafîka deryayî bênavber berdewam dike.

CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de got, "Tengava Hormuzê ji bo hemî keştîyên ku bi qanûnî di vê rêya avê ya navneteweyî re derbas dibin vekirî ye. Hêzên Amerîkî li herêmê bicîh bûne û amade ne ku piştrast bikin ku azadîya tevgera keştîyan tevî êrîş, astengkirin û gefên Îranê, tê parastin."

CENTCOM’ê got, "Îran Tengava Hormuzê kontrol nake û keştî bi berdewamî di wir re derbas dibin."

Li gorî CENTCOM’ê, hêzên Amerîkî di du mehên borî de derbasbûna zêdetirî 800 keştîyan û veguhestina zêdetirî 400 mîlyon bermîl petrola xav bi rêya Tengava Hormuzê hêsan kirine. Di heft rojên dawî de zêdetirî 140 keştî jî di vê rêya avê ya stratejîk re derbas bûne.