Leavitt: Îran Qebûl Dike ku Tengava Hormuzê Veke

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt roja Çarşemê piştrast kir ku helwesta tund a Serokê Amerîkayê Donald Trump di gihîştina rêkeftina bi Îranê re xaleke diyarker bû.

Leavitt got ku pêşniyara destpêkê ya Îranê "nehat qebûlkirin û hate redkirin." Wê ji rojnamevanan re destnîşan kir ku givaştina Amerîkayê bû sedem ku Îran dest ji hin mercan berde, di nav de "qebûlkirina vekirina Tengava Hormuzê."

Wê got, "Trump piştrast dike ku operasyona Hêrsa Dastanî ya dijî Îranê gihîştiye armancên xwe" û destnîşan kir ku Amerîkayê "armancên xwe yên sereke bidest xistin û şiyana Îranê ya berhemdana çekan têk bir." Wê herwiha tekez kir ku Tehran "êdî nikare wekî berê piştgirîyê bide hevalbendên xwe."

Berdevka Koşka Sipî agirbest wekî "serkeftinek ji bo Amerîka" bi nav kir, di heman demê de piştrast kir ku "Hêlên sor ên Serok Trump ên derbarê Îranê de nehatine guhertin."

"Amerîkayê gav paşve neavêtine, Îran bû ku gav paşve avêtin," wê da zanîn.

Leavitt destnîşan kir ku Operasyona Hêrsa Dastanî serkeftinek leşkerî ya dîrokî bû ku tê de Amerîkayê armancên xwe yên pêşwext destnîşankirî bidest xistin.