Amerîka di Du Rojên Pêşîn de 49 Berpirsên Îranî Kuştine

Peyvdara Koşka Spî Caroline Levitt roja Duşemê di peyamekê de got ku 49 berpirsên "payebilind" ên Komara Îslamî, tevî Rêberê Bilind Elî Xamineyî, di 48 demjimêrên ên pêşîn ên şer de hatine armancgirtin.

Levitt got, "Kuştina terorîstan ji bo Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê baş e."

Di heman demê de, artêşa Amerîkî roja Duşemê ragihand ku wê di 48 demjimêrên êrîşên li ser Îranê de li bêhtirî 1,250 armancan xistiye.

Di daxuyanîyeke çapemenîyê ya cuda de, Fermandarîya Navendî ya Amerîkî li herêmê got ku wan di du rojên borî de 11 keştîyên Îranî kirine armanc.

Serok Donald Trump roja Duşemê êvarê got ku 10 keştî hatine armanckirin.