Danustandinên Amerîka û Îranê Şemîyê li Pakistanê Destpê Dikin

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro Înê ragihand ku Amerîkayê bi hêvîya danûstandineke erênî ligel rejîma Îranê ye, di demekê de ku amadekarîyên dawî ji bo gotûbêjên nerasterast di navbera herdu welatan de li Pakistanê tên kirin.

Berî ku berê xwe bide paytexta Pakistanê Îslamabad, Vance ji rojnamevanan re got: "Ez bawer dikim ewê (danûstandin) erênî bin. Bê guman, emê bibînin, wekî ku serokê Amerîkayê got, eger Îranî amade bin ku bi niyaza baş danûstandinan bikin, em bê guman amade ne ku destekî vekirî dirêj bikin."

Piştî ragihandina agirbestê roja Sêşemê di navbera Amerîka û Îranê de, niha biryar e danûstandin sibe Şemîyê destpê bikin.

JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîka

Cîgirê Serokê Amerîkayê da zanîn, eger Îranî "hewl bidin ku me re bilîzin, wê hingê ewê bibînin ku tîma me ya danûstandinan ne ewqasî amade ye."

Pakistan dê rola navbeynkarîyê di nav danûstandinan de bilîzin. Li gor ajansa Fransî ya nûçeyan (AFP), dê nûnerên herdu welatan dê odeyên cuda rûnên û dîplomatên Pakistanî dê navbeynkarîya peyaman bikin.

Berîya van danustandinan, Pakistanê ji bo parastina ewlekarîya welat hêzên xwe yên leşkerî li ser cadeyan bi cih kirine.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar îro Înê li ser platforma X’ê got, “Pakistan bi xêrhatina hemû nûner û rojnamevanên wan welatên dike ji bo danustandinên Îslamabadê."

Tê pêşbînîkirin ku ew welatên bi awayekî di nav şerê niha yê Rojhilata Navîn de cih digirin, beşdarî civînên Îslamabadê bibin, bi taybet welatên Kendavê.