Tevî Agirbestê Buhayê Petrolê li Bazarên Cihanî Bilind Dibe

Hevdem ligel raportên ku dibêjin, hêzên Pasdarên Îranê êrîş birîye ser sê keştiyan li Kendavê, buhayê petrolê li bazarên cîhanî ji 100 dolarî derbas bû.

Ajansa Rueters ragihand ku buhayên petrolê îro roja Çarşemê zêde bûne, û nirxa petrola Brent ji 100 dolarî zêdetir bû.

Buhayê petrola Brent a xav bi 1.6 % zêde bû û gihîşt 100 dolaran ji bo her bermîlekê, di heman dem de nirxê petrola West Texas Intermediate bi 1.7 % zêde bû û gihîşt 91.18 dolaran.

Komîserê Enerjîyê yê Yekitîya Ewrpayê Dan Junssen dibêje, ku ji ber encamên şerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê, pêşbinîya bazarên enerjîyê di senaryoya herî baş de jî xirab dimîne.

Şareza, zêdebûna buhayê petrolê li bazarên cîhanî bi zêdebûna nebûna aramîyê ve girê didin piştî êrîşa hêzên Pasdarên Îranê li ser herî kêm sê keştîyên petrolê li Tengava Hormuzê.