Reuters: Dê Plana Agirbestekê ji Amerîka û Îranê re Were Pêşkêşkirin

Ajansa Reutersê ragihand ku Amerîka û Îranê planek ji bo bidawîanîna şer wergirtine û dibêje dibe ku roja Duşemê derbasî warê cîbicîkirinê bibe û Tengava Hormuzê vebe.

Ajansê îro ji ser zarê çavkanîyeke ku navê wê neanîye ziman dibêje ku plan ji alîyê Pakistanê ve hatiye amadekirin û duh êvarê dereng radestî Îran û Amerîkayê bûye.

Plan rêbazeke ji du qonaxan a agirbesteke tavilê û piştre peymaneke berfireh tîne holê.

Li gorî raportê, artêşa Pakistanê, bi serokatîya general Asim Munîr, wekû tekane kanala peywendîyan dirêjîya şeva borî bi cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance û wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqçi re derbas kiriye.

Çavkanîyê ji Reutersê re gotiye, "Divê îro [Duşemê] li ser her tiştî li hev bikin."

Ger rêkeftinek çê bibe, agirbest dê tavilê were bicîhanîn û Tengava Hormuz dê were vekirin. Piştre tê çaverêkirin ew li Îslamabadê ji bo 15 heta 20 rojan bicivin da ku hûrguliyên peymaneke berfirehtir temam bikin.

Berê jî, Axios, ji ser zarê çar çavkanîyên Amerîkî û Îsraîlî, ragihand ku Amerîka û Îran û hejmarek navbeynkarên herêmî li ser mercên agirbesteke 45 rojî danûstandinan dikin ku dikare bibe sedema bidawîbûna domdar a şer.

Lê raport îhtîmala gihîştina rêkeftinekê di nava 48 demjimêrên bê de kêm dibîne.