Riyaksyonên Amerîka yên Derbarê Xwepêşandanên Îranê

Iran Protest Thu nigh 9 jan 2026

Sînatorê Amerîkî yê komarî ji wîlayeta Texasê Ted Cruz li ser platforma X’ê got,” Eger xelkê Îranê Ayetûllah birûxîne, dê Amerîka û tevahîya cîhanê pir silamettir be.”

Cruz axaftina serokê Amerîkayê Donald Trump ya li ser platforma True Social belav kir û got, “Bila ewên ku dibêjin ‘Mirin ji bo Amerîkayê’ îşev 72 horîyên xwe bibînin.”

Serokê Amerîka Donald Trump li ser platforma xwe True Social gotibû ku “Îran ji her demekê berê bêhtir çaverêyî Azadîyê ye û Amerîka ji bo alîkarîyê di amadebaşîyêî de ye.”

Sînatorê komarî yê wîlayeta South Carolina Lindsey Graham jî posta Trump li ser X’ê belav kir û got,” Wekû hercar birêz serok, tu ji sedî sed rastî. Azadî, niha û hetahetayê ji bo xelkê Îranê ku demeke dirêj zehmetî dîtine. Mirin ji bo rejîma Ayetûllah. Careke Din Amerîkayê mezin bike.”

Lêkolînerê weqfa berevanî û demokrasîyan (FDD) Richard Goldberg li ser zimanê hin çavkaniyan anî ziman ku “heta niha 1,600 Îranî ji alîyê rejîmê ve hatine kuştin. Hêla sor li paş me maye.”

Her di derbarê rewşa Îranê de dezgeha medyayî the Spectator Index ragihandibû ku hêlên esmanî yên Qeter, Îmarat, Tîrkîye, Australya, Pîgasus, û FlayDubey, di nav kompanîyên esmanî de ne, ku geştên xwe yên ber bi Tehranê ve betal kirine.