Kanalên cuda yên Medyayî roja çarşemê ragihandin ku "danûstandinên teknîkî" yên nerasterast di navbera Amerîka û Îranê de dê li Dohayê whatin lidarxistin.
Ev danûstandin dê bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê werin kirin da ku memoranduma têgihîştinê ya dawî ya di navbera Îran û Amerîkayê de were bicîhanîn.
Danûstandkarên payebilind ên Amerîkî Steve Whitkoff û Jared Kushner roja Duşemê gihîştin Qeterê û roja Sêşemê bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El-Sanî re civiyan.
Dîplomasiyekî oja Çarşemê ji ajansa AFP re got ku herdu berpirsên payebilind ên Amerîkî dê beşdarî danûstandinên teknîkî nebin.
Berê, berpirsên Îranî danûstandinên teknîkî piştrast kirin û gotin ku ew ê di rojên pêş de bi berpirsên payebilind ên Amerîkî re hevdîtinên rasterast nekin. Wezareta Derve ya Qeterê ev yek piştrast kir.
Şeva Sêşemê, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance behsa daxuyaniyên berpirsên Îranî kir dema gotbûn ku ti danûstandinên aştiyê b iAmerîkayê re li Doyaê nînin, danûstandin "tenê di asta teknîkî de ne", JD Vance got ku ev şêwazê Îranê yê û kevneşopiyek wan a danûstnadian heye ew wê fam nake. "Lê ev şêwazeke, ku Îranê wê bikar tîne." Vance got.