Raport: Navbeynkarên Qeterê bi Hevrêzîya li gel Amerîka Serdana Tehranê Kirine

IRAN-USA/PRISONERS

Ajansa Reutersê roja Yekşemê ji ser zarê rayedarekî agahdar ragihand ku navbeynkarên Qeterê bi hevrêzîya ligel Amerîkayê serdana Tehranê kirine, di çarçoveya hewldanên ji bo kêmkirina alozîyên herêmî.

Rayedar gotiye ku hebûna navbeynkarên Qeterê li Tehranê beşek e ji hewldanên hevrêzîyê ligel Amerîkayê ye ji bo kêmkirina alozîyên li herêmê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Şemîyê pirsa rojnamevanekî li ser îhtîmala êrîşeke leşkerî ya nû li ser Îranê wek pirseke bêaqil bi nav kir û bersiv neda.

Serok Trump got ku êrîşeke leşkerî yek ji vebijarkên wî ye, lê di heman demê de îhtîmala gihîştina rêkeftinekê bi Îranê re heye.

Serok Trump got ku Îran dixwaze rêkeftinekê bike, lê pirs ev e ka gelo ew ê pabendî wê bibin an na.