Amerîka Cezayên Nû li Dijî Tora Dabînkirina Artêşa Îranê Ragihandin

LogoyaWezareta Xezîneyê ya Amerîka

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka îro Çarşemê dijî çar kes û sê saziyan ceza ragihand û got ew beşek in, ji toreke navneteweyî ya ku di peydakirina çekan û alavên leşkerî de alîkarîya Îranê dikin.

Wezaretê bi daxuyanîyekî got ku di nav 4 kesên hatine tolekirin de welatîyên Îranê û Rûsî hene, dema bingehên 3 saziyên tolekirî jî li Îran, Rûsya û Nîjerya ne.

Nasnameyên 4 kesên cezakirî wiha ne: Behrûz Nemazî (Îran), Dounia Ettaib (Îtalya) ,Mariya Vladimirovna Selina (Rûsya) û Vadim Anatolyevich Druzhbin (Rûsya).

Navên 3 saziyan jî wiha hat ragihand: Kompanîya Nika Jet Company ((Îran), Vanguard Tactical Supply Limited (Nîjerya) û Avratek OOO (Rûsya)

Wezaretê destnîşan kir ku kes û saziyên ku xistin nava lîsteya toleyan “nîşan didin ku Îran çawa kompanîyên firîn û veguhestinê yên biyanî, kanalên darayî û kompanîyên geştiyarî bikar tîne da ku rola Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) ya di kirîna neqanûnî de veşêre û alav û karmendan di asta cîhanê de veguhêze."

Ev tevger di demekê de tê ku aloziyên di navbera Washington û Tehranê de zêde bûne, CENTCOM jibo qelskirina şiyanên leşkerî yên hêzên Îranê li Tengava Hormuzê êrîşan dike û Washingtonê di 14’ê Tîrmehê de dijî Îranê dorpêça deryayî jinûve ragihandîye.

Cezayên roja Çarşemê, 15ê Tîrmehê 2026an, yên Wezareta Xezîneya Amerîkayê, wek berfirehkirina lîsteya toleyan ya di meha Gulanê de ye, ku bi tawanbarîya alîkarîya pişesazîya çekan ya Îranê tevî çend li Çîn û Hong Kongê, dijî jimareke kes û kompanîyan hatibûn ragihandin.