Anket: Amerîkî Rêgirtina Îranê bo Bidestxistina Çekên Navokî ji Rawestandina Bilez a Şer Girîngtir Dibînin

Rapirsîneke nû ya Napolitan News nîşan dide ku piranîya hilbijêrên Amerîkî bawer dikin ku pêkanîna armancên Amerîkayê li hember Îranê ji bidawîkirina bilez a şer girîngtir e.

Serok Donald Trump îro Şemîyê derbarê vê anketê postek li ser platforma Truth Social belav kir.

Serok Trump got: "Ev pir girîng e. Ev nêrîna welatê me ye."

Li gor anketê, 53% ji dengderan got ku rêgirtina bidestxistina çekekî navokî ji alîyê Îranê ve ji rawestandina şer di zûtirîn dem de girîngtir e. 60% ji beşdarên rapirsînê jî bawer dikin ku sînordarkirina bernameya navokî ya Îranê girîngtir e ji parastina buhayên petrol û enerjîyê yên Amerîkî.

Scott Rasmussen, yek ji lêkolînerên ku anket pêk anîn, got: "Mirov ji rejîma Îranê bawer nakin. Pir kêm Amerîkî bawer dikin ku Îran dê soza xwe pêk bîne eger ew bibêje ewê şiyanên navokî tenê ji bo armancên sivîl pêş bixe. Mirov dixwazin ku ew şiyan bi tevahî ji holê werin rakirin."

Anket herwiha nîşan dide ku helwestên giştî yên derbarê NATO'yê de tên guhertin. Li gor rapirsînê, tenê 38% ji dengderan bawer dikin ku Amerîka divê NATO biparêze eger êrîş were kirin, lê 32% dixwazin Amerîka ji hevpeymanîyê derkeve.