Belavbûna Hêzên Leşkerî yên Amerîkî li Dora Îranê Zêde Dibe

Ajansa nûçeyan a 'Media Line' ragihand ku hebûna leşkerî ya Amerîkî li nêzîkî Îranê di hefteyên dawî de zêde bûye, û wê wekû hebûna berî dagirkirina Îraqê ya 2003an tîne ziman.

Çar komên keştîyên firokhilgir ên êrîşker ên Amerîkî niha an li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin an jî ber bi herêmê ve diçin. Media Line di rapora xwe ya roja Yekşemê de nivîsand: "Ev yek hevkêşîyê diguherîne."

Raportê her wiha got ku nêzîkî deh keştîyên şer ên ku mûşekên arastekirî hildigirin li avên derdora herêmê hatine bicihkirin. Hin ji wan nêzîkî Tengava Hormuzê ne û yên din jî nêzîkî Deryaya Sor in.

Amerîka hebûneke bihêz li herêmê heye. Zêdetirî 40 hezar leşker li bingehên deryayî bi cih bûne, û bi hatina keştîya firokhilgir a herî dawî re, çend hezar leşkerên din jî lê zêde kirine.

Media Line nivîsand, "Bombeavêjên B-52 û balafirên nediyar ên B-2 di rewşa amadebaşîya bilind de ne. Balafirên şer ên F-22, F-16 û F-35 jî hatine şandin û her wiha asta hişyarîyê li bingeha esmanî ya el-Odeyd a Qeterê jî hatiye bilindkirin.

Li alîyekî din, rojnameya New York Times ragihand ku wêneyên nû yên setelaytê û daneyên şopandina firînê nîşan didin ku bingehek li naverasta Urdunê bûye navendeke sereke ji bo artêşa Amerîkî ji bo plankirina êrîşên muhtemel li ser Îranê.

Di raporê de hatiye ku, "Wêneyên ku roja Înê hatine kişandin zêdetirî 60 balafirên êrîşker li bingehê nîşan didin, ku ev hejmar nêzîkî sê qat ji hejmara normal a serbazan li wir zêdetir e. Ji roja Yekşemê ve herî kêm 68 balafirên barhilgir li bingehê daketine û îhtîmal e ku serbazên zêdetir li stargehan werin bicihkirin."

Rojnameyê nivîsandiye, "Wêne hebûna balafirên pêşketîtir, di nav de jî balafirên şer ên nediyar ên F-35, û her weha çend dron û helîkopteran nîşan didin, û hêzên Amerîkî sîstemên parastina esmanî yên nû saz kirine da ku bingehê ji êrîşên mûşekî yên Îranê biparêzin."

Richard Kemp, fermandarê berê yê artêşa Brîtanyayê, ji Media Line re got, "Bi qasî ku ez dizanim, ev mezintirîn hebûna leşkerî ye li Rojhilata Navîn ji sala 2003an ve û îhtîmala êrîşeke leşkerî heye. Ez nabêjim biryarbir e, lê renge bibe ."

"Divê rêkeftina leşkerî ya heyî ji du alîyan ve were nirxandin. Beşek ji bo zirara rastîn a li Îranê, hilweşandina rejîmê û jiholêrakirina tiştên sereke yên ku li dijî welatên din, bi taybetî Îsraîlê, têne bikar anîn, pêwîst e, û beşê din jî ji bo parastinê ye," wî got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê got ku ew bijarên leşkerî yên sînordar dinirxîne da ku fişarê li Komara Îslamî bike da ku bigihêje rêkeftinekê. Serok li ser çalakîya muhtemel an jî dema wê ti hûrgilî nedan.

Wî roja Pêncşemê bang li hikûmeta Îranê kir ku di nav 10 heta 15 rojan de bi Washingtonê re "rêkeftineke watedar" bike, û hişyarî da ku eger rêkeftin neyê kirin "tiştên xirab" dê bi serê Komara Îslamî de biqewimin.