Amerîka Dibêje Beşekî Esmanê Îranê Vebûye û Divê Amerîkî Derkevin

Wezareta derve ya Amerîka roja Çarşemê ragihand ku esmanê Îranê bi awayekî beşkî vebûye û daxwaz ji welatîyên Amerîkî kir ku ji wî welatî derkevin.

Wezaretê li ser hesaba TravelGov a ser X’ê got, “Ji 21'ê Nîsanê ve, esmanê Îranê bi awayekî beşkî ji nû ve hatiye vekirin. Divê welatîyên Amerîkî niha ji Îranê derkevin, ji bo serwextkirinan medyaya xwecihî bişopînin, û ji bo agahdarîyên bêhtir ên firînên ji Îranê rawêjkarîyê bi kompanîyên bazirganî re bikin.”

Ew dibêje, “Amerîkîyên ku dixwazin ji Îranê derkevin, dikarin bi rêya bejahî jî ber bi Ermenistan, Azerbaycan, Tirkîyê û Tirkmenistanê ve biçin.”

“Divê welatîyên Amerîkî neçin Afganistan, Îraq, an herêma sînorê ya Pakistan û Îranê. Hay ji xwe hebin ku hikûmeta Îranê dikare rê li ber welatîyên Amerîkî yên ku dixwazin derkevin bigire yan jî ji bo derketinê bacan bistîne,” Wezaretê got.

Wê anî ziman ku, “kesên ku nasnameyên Amerîkî û Îranî hene, divê bi pasaportên Îranî ji Îranê derkevin.”