Wezareta Xezîneya Amerîkayê Sazîyên Olî yên Sexte yên Îranê Dike Armanc

Dîmekee ku toleyên li ser Îranê temsiîl dike.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka roja Pêncşemê hişyarî da saziyên darayî ku hewlên gumanbar ên hikûmeta Îranê ji bo veguhastina bexşên ku bi rêya saziyên xêrxwazîya olî tên berhevkirin, bi baldarî bişopînin.

Li gorî wezaretê, ev pere ji bo fînanskirina terorîzmê, piştgirîkirina çewisandinê û dabînkirina berjewendiyên kesên girêdayî desthilatdarîya Komara Îslamî tên bikaranîn.

Tora Bicihanîna Qanûnên Tawanên Darayî (FinCEN), a girêdayê Wezareta Xezîneyê, roja 15’ê Cotmehê, di çarçoveya operasyona Economic Outcast de ev hişyarî weşand.

“Economic Outcast” îzolekirina îranê û tundkirina cezayên aborî yên li ser wê, armanc dike.

Li gor Wezareta Xezîneyê, karbidestên Îranê saziyên olî yên li Îranê û welatên cîran bi vê armancê bi kar anîne. Di nav van kiryarên Îranê de, veguhestina pereyên xumsê jî heye.

Xums bexşeke olî ye ku misilmanên Şîa didin û li gor wezaretê, beşek ji van pereyan jibo çalakîyên girêdayê desthilatdarîya rejîma Îranê hatiye bikaranîn.

“Di bin rêberiya Serok Trump de, Wezareta Xezîneyê wê destûrê nede rejîma Îranê ku wekî berê saziyên olî bi kar bîne, berîkên elîtên xwe tijî pere bike û terorîzmê fînanse bike,” Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got.

Hişyarîya FinCen şêweyên darayî yên gumanbar pênase dike, ku di nav tevgerên rêxistinên xêrxwazî yên ku ji çavkanîyên nenas bexşên mezin werdigrin, veguhestina mîqdarên girîng bo rêxistinên din an veguhestina pereyan bi rêyên nefermî pêk tînin.