Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê de ragihand ku Wezîrê Derve Marco Rubio ferman daye bendên vîzayê li dijî 18 berpirsên rejîma Îranê bisepîne.
Daxuyanî dibêje ku "li gor desthilata xwe ya di bin Beşa 212(a)(3)(C) ya Qanûna Koçberî û Welatîbûnê de, Wezîr Rubio gavan diavêje da ku bendên vîzayê li dijî 18 berpirsên rejîma Îranê û rêberên pîşesazîya peywendîyan, û herweha endamên malbatên wan ên nêzîk bisepîne.”
“Ev siyaseta bendkirina vîzayê dê kesên ku hevkar in, an jî tê bawerkirin ku hevkar in, di binpêkirinên cidî yên mafên mirovan de, bi taybetî astengkirina mafê Îranîyan ê azadîya ramanê û kombûna aştîyane, bike armanc. Niha 58 kes ji hêla vê siyasetê ve hatine armanckirin,” daxuyanîyê got.
Li gor daxuyanîya ku ji alîyê cîgirê peyvdarê wezaretê Thomas Pigott ve li ser malpera wezaretê hat belavkirin, "rejîmê girtina înternetê ya hema hema tevahî li seranserî welêt sepand, ku di çarçove û demdirêjîyê de bêhempa bû, ku belgekirina serbixwe ya binpêkirinan bi tundî sînordar kir û Îranî ji cîhanê qut kirin. Heta îro jî, rejîm bi berdewamî karîna Îranîyan ji bo bikaranîna azadîyên xwe yên bingehîn sînordar dike. Wekî ku serok Trump aşkere kirîye, Amerîka li alîyê gelê Îranê ye.”
Ew dibêje, "Amerîka dê li pişt mafê gelê Îranê yê azadîya ramanê bisekine. Em piştgirîya xwe ya bêdawî ji bo Îranîyan û daxwaza wan a ji bo aştî û rûmetê ji nû ve tekez dikin. Emê berdewam bikin ku hemû amûrên berdest bikar bînin da ku berpirsîyarîya binpêkirinên ji hêla rayedarên rejîma Îranê û kesên din ve eşkere bikin û pêşve bibin.”
“Di xwepêşandanên seranserê Îranê yên Kanûna 2025 û Çileya 2026an de, rejîma Îranê li dijî deh hezaran xwepêşanderên aştîyane tundûtûjî û tepeserkirin pêk anî,” Wezaretê got.