Di Roja Çaran ya Şer de, Teqîn li Bajarên Cuda yên Îranê Pêk Tên

Di roja çaremîn a êrîşên Amerîka û Îsraîlê de li dijî rejîma Îranê, raport dibêjin gelek teqîn li bajarên cuda yên Îranê ji demjimêrên siba Sêşemê ve hatine kirin.

Di heman demê de, Serok Donald Trump ragihand ku Amerîka dê tola êrîşa Komara Îslamî ya li ser balyozxaneya Amerîkî li Riyadê û kuştina hêzên Amerîkî hilîne.

Li gor raportên medyaya Îranê, sibeha Sêşemê li deverên Tehranê, di nav de rojhilatê paytextê, dengê çend teqînan hate bihîstin. Herwiha raport li ser hinek êrîşan li herêma Pardis a parêzgeha Tehranê û Parçîn û Damewendê hene. Medyaya navxweyî herwiha ragihand ku teqîn li Azimieh Kerecê jî pêk hatiye.

Li Şîrazê, li gor agahîyan, teqîn li derdora barageha Pasdarên Şoreşa Îslamî li nêzî Cewadîyê pêk hatin. Dezgehên ragihandê yên Îranê jî ragihand ku teqînên li pey hev li vî bajarî pêk hatine. Serê sibeha Sêşemê li Larestan yê parêzgeha Farsê, dengê teqîneke bihêz zêdetirî 10 caran hate bihîstin.

Li Îsfehanê, welatîyan ragihand ku Pîşesazîyên Parastinê (Optics) yên Îsfehanê hatine armanckirin. Hate gotin ku ev navend cihê berhemdana dronan bû.

Raport nîşan didin ku teqîn li Xumeyn li parêzgeha Navendî, Golpayegan, Xumeynî Şehr li parêzgeha Îsfehan, Kangavar li parêzgeha Kirmaşan, derdora Tebrîz, Langarud û Kish hatine bihîstin.

Li gor raportên medyaya Îranê, êrîşên li ser Kiş çend roj in li pey hev berdewam in. Li parêzgeha Buşehrê jî, medyaya Îranê ragihand ku di êrîşa li ser armancên li navçeyên Dayer û Jam de, pênc endamên hêzên asmanî û deryayî yên Pasdarên Şoreşa Îslamî hatin kuştin.

Roja Sêşemê bi dehan baregeh, leşkergeh û binesazîyên leşkerî yên rejîma Îslamî hatin armanckirin.

Di heman demê de, vîdyoyên ku li ser medyaya civakî hatine weşandin, diyar dikin ku hin hêzên hikûmetê li cihên wekî dibistan û mizgeftan bi cih bûne. Dengê Amerîka bi nikare bi awayekî serbixwe rastîya van hemû vîdyoyan piştrast bike.

Serokê Trump ji televizyona NewsNation re got ku kiryareke tolhildanê li hember êrîşa rejîma Îranê ya li ser balyozxaneya Amerîkî û kuştina karmendên leşkerî yên Amerîkî dê di demeke nêzîk de were diyarkirin. Derengî Duşemê, li gorî dema Washingtonê, rejîma êrîşeke bi dronan bir ser balyozxaneya Amerîkî li paytexta Erebistana Suidî Riyadê pêk anî. Di vê êrîşê de ti kes birîndar nebû.

Roja Duşemê Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, got: "Derbeyên herî dijwar hîn ji hêla artêşa Amerîkayê ve nehatine kirin. Qonaxa din dê ji bo Îranê ji rewşa niha dijwartir be ... Dema ku em vê operasyonê temam bikin, cîhan dê cihekî ewletir be."