Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth roja Pêncşemê li Brukesl dema di civîna NATO ê de amade bû, ji rojnamevanan re got ku eger Îran sozên xwe yên di çarçoveya peymana navokî de bicî neyîne, Amerîka dê operasyonên leşkerî ji nû ve dest pê bike û cezayan ji nû ve li ser wê bisepîne.
Hegseth piştî civînek bi wezîrên berevanîyê yên hevpeymaniya NATO'ê re li Brukselê axivî û got, "Serok diyar kir ku eger Îran di çarçoveya dema diyarkirî ya ji bo van hevdîtinan de sozên xwe bicîh neyîne, em ê amade bin ku operasyonên leşkerî ji nû ve dest pê bikin."
Hêjayê gotinê ye ku Hegseth di peyva xwe de li Brukselê, bi tundî rexne li hevalbendên Ewrupî kir ji ber ku wan red kiribû ku hêzên Amerîkî baregehên leşkerî yên li Ewrupayê bikar bînin da ku êrîşî Îranê bikin.